26 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Di operasyona ku li Mêrdînê hat kirin da 2 bombeyên destan, 19 tivingên nêçîrê, 6 demançeyên bêruxset, çekeke lûledirêj, 3 hezar û 830 fîşeng, 400 gram barût, 2 çewalên gubreya amonyum nîtratê û 68 alavên wek berhemên dîrokî tên binavkirin hatin bidestxistin.
Li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê tîmên Mûdiriya Şaxa Tekoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr li mal û kargehên şikbar Î.M, C.M. û M.Myê da lêgerîn kirin.
Di legerîna kûçik jî hatin bikaranîn da 2 bombeyên destan, keleşeke lûledirêj, 19 tivingên nêçîrê, 6 demançeyên bêruxset, 3 hezar û 830 fîşeng, 35 şarjor, 66 perçeyên tivingan, dûrbîna şevê û şarz, 400 gram barût, di nav 2 çewalên 50 kîloyî da gubreya tê da barut û amonyum nîtrat heye, 68 alavên wek berhemên dîrokî tên binavkirin, 2 demançeyên dikare deng anjî fîşengên xazê bavêje û şarjorên van, 2 bêtêl û2 kêr hatin bidestxistin.
Di operasyonê da 3 şikbar hatin binçavkirin.
Lêpirsîna şikbaran ya ji ber têkiliyên terorê dewam dike.
Midûriya Ewlehiya Bajêr çek û berhemên dîrokî nîşanî çapemeniyê dan.
Hasan Onarê Midûrê Ewlehiya Bajêr daxuyanî da rojnamevanan û got operasyon dewam dikin.
Onar ji ber piştgiriya welatiyan jî sipasiya gel kir.