Cüneyt Çelik
27 Hezîran 2022•Rojanekirin: 28 Hezîran 2022
Li Dîgora navçeya Qersê lehî rabû û av da binê 3 malan û 6 pez telef bûn.
Li navçeyê nêzî hefteyekê ye ku bê navber barana gur û zîpik dibare.
Bi barîna baranê ra lehî rabû û li gundê Kocakoyê avê da binê 3 malan.
Ekîbên Midûriya Bajêr a Rewşa Afat û Acilê, cendirme û îtfaiyeyê li ser êxbara gundiyan hatin û av texliye kirin.
Piştî barana gur li Celala gundê navçeyê jî çem û robaran ser ra avêt.
Li vî gundî ji bira pez 15 mih di ro da çûn. Gundiyan 9 mih xelas kirin, lê 6 mih telef bûn.
Li navenda bajêr jî serê sibehê dîsa barana gur û zîpik barî.
Li ser kolanên Faîkbey û Cumhuriyetê av golî bû.
Welatî û şofêran ji ber golên avê tengasî kişandin.