ÎZMIR
Li Îzmirê di çalakiyên ku ji bo mirina Berkîn Elvan hatin kirin de 18 kes hatin binçavkirin.
Komek meriv ji bo ku mirina Berkîn Elvan protesto bikin li Kolana Şehidên Qibrisê civiyan û ber bi Qada Komarê meşiyan, polêsan jî mudaxeleyê komê kir.
Qerebalix bi dirûşmêyên "Berkîn Elvan Nemir e", "Hikûmet Îstifa"yê ve ber bi Qada Komarê ve meşiyan û polêsan jî bi TOMAyan ve bi ava guj mudaxeleyî qerebalixê kir.
Ji aliyê din ve Namzeda Şaredariya Qonaxê ya CHPê Sema Pektaş ji erebeya xwe peya bû û selam da çalakvanan.
Polêsan qerebalix belav kir û ji nav qerebalixê 18 kes jî binçav kir.