Zafer Fatih Beyaz
05 Nîsan 2024•Rojanekirin: 06 Nîsan 2024
Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK/LEN) da hat gotin ku "Hat destnîşankirin ku dê di dahatûya herêma me da bi tu awayî rê nedin rêxistinên terorê û piştgirên wan. Hat destnîşankirin girîng e ku bêyî derengî bikeve û bi awayekî mayînde peywendiya hemû aktorên ku wêrekiyê didin rêxistinên terorê bi terorê ra bê birîn."
Piştî civîna LENê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin danezan hat weşandin.
Li gor daxuyaniya ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat dayîn di civînê da der barê operasyonên ku di serî da PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DEAŞ dijî her cure tehdîd û xetereyên dijî yekîtî û bihevrebûna neteweyî li nav welêt û dervayî welêt bi biryardarî û serkeftî tên kirin da agahî dan Lijneyê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji ber her ku diçe xurtna bingeha hevkariya stratejîk a ku bi Iraqê ra hat avakirin kêfxweş in û hat gotin li "Hat destnîşankirin ku ji bo avakirina herêmeke murefeh û dahatûyê di serî da qadên ewlehî, aborî, vejen û gihandinê da hewldanên hevpar û piralî bi nêrîneke mawe dirêj bên domandin. Hat destnîşankirin ku dê di dahatûya herêma me da bi tu awayî rê nedin rêxistinên terorê û piştgirên wan. Hat destnîşankirin girîng e ku bêyî derengî bikeve û bi awayekî mayînde peywendiya hemû aktorên ku wêrekiyê didin rêxistinên terorê bi terorê ra bê birîn."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku êrîşên PKK/KCK-PYD/YPGya rêxistina terorê yên ku welatiyên me yên li Ewropayê dijîn û nûnertiyên me hedef digire ji nêz va tên şopandin û ev hatin gotin:
"Ji dewletên ku di mijara pêşîlêgirtina êrîşên menfûr ên rûyû rastîn ê rêxistina terorê ya dabeşkar nîşan dide û cezakirina berpirsyaran da rmesûliyeta wan heye ra hat bibîrxistin ku xweşdîtina rêxistinên terorê dê zû yan dereng bibe sedem ku nîzama kamuya welatê wan xira bibe û di encamê da ew jî bibin hedefa terorê. Hat gotin ku heke pêşî li sepanên ji mirovahiyê dûr û êrîşên Îsraîlê yên ku digel biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî qetlîamên xwe yên li Xezeyê didomîne neyê girtin dê jiqîmetketina civaka navneteweyî zêdetir bibe û meşrûiyeta wê bêtir bê jêpirsîn.
hat destnîşankirin ku ne tenê kiryar dê hemû hevkarên wan jî mecbûr bimînin ku bi encamên qetlîamên ku li ber çavê dinyayê diqewimin ra rû bi rû bimînin bangî civaka navneteweyî hat kirin ji bo ku dawî li êrîşên dijî gelê Xezeyê, saziyên alîkariyê demildest bi dawî bibin bila piştgiriyê bidin hewldanên me yên ji bo ku alîkariya însanî ya berfireh bigihêje herêmê û aştiya mayînde nîşan didin. Hat destnîşankirin ji ber ku Hilbijartinên Giştî yê Birêvebiriyên Herêmî yên 31ê Adara 2024an bi feaseta welatiyên me û xebatên hemû saziyên me va di nav aramî û ewlehiyê da li gor kevneşopiya me ya demokrasiyê ya xurt hatin kirin, ji ber vê yekê kêfxweş in."