Mücahit Oktay
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
Fermandariya Hêzên Behrê ya Amerîkayê eşkere kir ku firokeyekî bi awayekî acîl xwe li Behra Ereban danî, ji muretebata 4 kesî 3 jê hat xilaskiin, kesek hê nehatiye dîtin.
Fîloya 5emîn a Fermandariya Navendî ya Hêzên Behrê ya Amerîkayê di daxuyaniya ji ser hesabê platrofrma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye da der barê firokeya amerîkayê ya ku bi awayekî acîl li Behra Ereban danî agahî dan.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku "Ekîba firînê ya firokeyeke MH-60S Sea Hawkê ya li keştiya balafir a USS George H.W. Bush (CVN 77) peywirdar "bi awayekî acîl li ser behrê danî."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku "tu daneyên nîşan bidin ku rewşa acîl a navborî ji ber çalakiyeke dijminane çêbûye nînin" û hat ragihandin ku ji muretebatê 3 kes hatin xilaskirin û ew hildan keştiya balafir û rewşa tenduristiya wan baş e.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên sîtola Amerîkayê xebatên lêgerîna kesekî winda didomînin û sedema bûyerê tê lêkolînkirin.