Haydar Şahin
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
Li gorî nuçeya Tora Medyayê ya Rûdawê piştî ku pergalên parastina asîmanî ketin dewrê, li asîmanên Hewlêrê dengê teqînan hat bihîstin.
Hat ragihandin ku 3 droneyên kamîkazeyê xistine xwarê.
Ji aliyekî din va, Partiya Azadiya Kurdistanê ya Îranê (PAK), ragihand ku yek ji kampên wan ên li nêzîkî Hewlêrê bi 2 mûşekan hatiye hedefgirtin.
Piştî destpêkirina şerê di navbera DYA û Îsraîl û Îranê da, Îranê bi mûşek û dronan êrîş li dijî Hewlêr û Silêmaniyê da destpêkirin.
Îran li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê li dijî kampên komên Kurd ên Îranî yên li dijî rejîma Tehranê, her wiha li dijî baregeha eskerî û konsulxaneya DYAyê ya li Hewlêrê êrîşan li dar dixe