Mehmet Burak Karacaoğlu
18 Tebax 2026•Rojanekirin: 18 Tebax 2026
Li Sûriyeyê dadgehê ji bo Wesîm Esedê kurapê Beşar Esedê lîderê rejima têkçûyî biryara idamê da.
Dadgeha Cezayê ya Çaremîn a Şamê, biryara xwe ya der barê Wesîm Esedê sûcdarê şer yê rejima rûxandî da eşkere kir.
Dadgehê ji ber sûcên kuştina bi qesdî û plankirî ya dijî ji kesekî zêdetir û her wiha êşkence, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer, cezayê idamê da Wesîm Esed.
Hat ragihandin, hat tesbîtkirin ku Wesîm Esed bi telîmata Tuxgeneral Giyath Dala, komên çekdar ên nefermî ava kirine û van koman herêmên sivîl ên li Xûteya Rojhilat kirine armanc û bi taybetî jî li bajaroka Melîhayê beşdarî komkujiyên li dijî sivîlan bûne.
Dadgehê her wiha ew yek tesbît kir ku komên çekdar ên girêdayî Wesîm Esed li herêmên cuda yên Sûriyeyê beşdarî çalakiyên revandin û kuştina welatiyan jî bûne.
Ji bo mal û milkên Wesîm Esedê ku der heqê wî da biryara idamê hat dayîn, di lehê xezîneya qamûyê da biryara misaderekirinê hat derxistin.
Tê zanîn ku Wesîm Esed di serdema rejima Beşar Esed da komên çekdar ava kirine, sûcên wekî revandina mirovan û xwestina fidyeyê kirine û her wiha qaçaxçîtiya hişbirê meşandiye.
Li Sûriyeyê dadgehê berî niha der heqê Beşar Esed, birayê wî Mahir Esed, kurxatiyê wî Atif Necîb û hinek navên astbilind ên din da jî cezayê idamê dabû.