Yılmaz Kazandioğlu
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Bi xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê va heta niha 2 milyon û 100 hezar metrekûp herî û melq ji binê Gola Wanê hat derxistin.
Li gorî daxuyaniya şaredariyê, projeyên parastin û hiştina Gola Wanê ya ji bo nifşên dahatûyê, berdewam in.
Di vê çarçoveyê da ji 2021ê û vir va li qeraxê golê di xeteke 14 kîlometreyî da xebatên derxistina herî û melqê didomin.
Bi xebatên ekîban va yên ku heta niha hatin kirin, 2 milyon û 100 hezar metrekûp herî û melq ji golê hat derxistin û her wiha armanc ew e ku 700 hezar metrekûp herî û melqa mayîn jî ji binê golê bê derxistin.