Emre Ağaçe
19 Îlon 2026•Rojanekirin: 19 Îlon 2026
Li Adakliya navçeya Bingolê minibês welgeriya şerampolê, ji ber qezayê 10 kes birîndar bûn.
Minibêsa ku navê ajokar û plkaya wê hê nehatiye hînbûn li texma gundê Karaçubukê ya rêya Bingol-Adakliyê welgeriya şerampolê.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, UMKE û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da 10 kesên di minibêsê da birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê û Nexweşxaneya Dewletê ya Adakliyê.