Aydın Arik, Ömer Yasin Ergin
02 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2026
Li Bismila navçeya Diyarbekirê ji ber baran û bahozê minareya mizgeftekê xera bû û banê hin avahiyan firiyan.
Li Bismilê serê sibehê baran û bahozê bandor kir.
Ji ber bahoz û baranê li Taxa Tepeyê li ser Kuçeya Pinarê minareya Mizgefta Îhlasê xera bû û banê xaniyê li kêlekê xisar dît.
Li taxê dar qelibîn, banê hin avahiyan firiyan û têlên ceyranê qetiyan.
Ekîbên Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê ya Diyarbekirê xebatên tesbîtkirina zirar û ziyanê kirin.