Günay Nuh
22 Mijdar 2026•Rojanekirin: 22 Mijdar 2026
ARDAHAN (AA) - Barîna berfê û qerma ku li cihên bilind ên Erdexanê bi bandor e, di çûnûhatinê da dibe sedema astengiyan.
Barîna berfê ya ku li bajêr nîvro dest pê kir, li cihên bilind bandora xwe zêde kir.
Piştî barînê li hin deveran qerm çêbû. Bi taybetî li devera Saharayê ya li ser rêya bejahî ya Erdexan-Şavşatê ku bajêr bi Herêma Behra Reş va girê dide, ji ber qermê çûnûhatin bi awayekî neyînî bi bandor bû.
Tîman, ajokarên ku dê vê guzergehê bi kar bînin, hişyar kirin ku li hemberî barîna berfê û qermê baldar û bi tedbîr bin.