Okan Coşkun
17 Tebax 2026•Rojanekirin: 17 Tebax 2026
Li bajêr barana ku piştî nîvro dest pê kir, piştî demekê gur bû.
Ji ber barana gur hin kolan di binê avê da man, wesayît bi zehmetî çûn û hatin.
Hin kargeh jî di binê avê da man.
Ekîbên şaredariyê ji bo ku mazgalan vekin xebitîn.
Ji bilî baranê bayekî xurt jî hat, ji ber ba gelek dar welgeriyan ser rêyan.
Ji ber darên welgeriyan di çûyîn û hatina li ser hin kolanan da tengasî çêbû.