Ayhan İşcen
08 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2026
Li Meletiya ku di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Kahramanmaraşê da xanî lê kavil bûn, teslîmkirina xaniyên ku ji bo mexdûrên afatê hatine çêkirin, didome.
Li taxa Yeniceyê ya li ser navçeya Darendeyê, 91 xaniyên gund hatin temamkirin û ji bo xwediyên wan teslîmkirinê dest pê kir.
Welatiyan mifteyên xaniyên xwe hildan û şa bûn.
Mixtarê taxa Yeniceyê Halît Yucel diyar kir ku kesên keda wan di çêkirina xaniyan da heye, spasiya wan kir û daxuyand ku dewletê piştî erdhejê li taxên gundewar xebateke girîng meşand.
Ji niştecihê taxê Adiguzel Ekîciyê ku gihîşt xaniyê xwe jî diyar kir ku di avakirina xaniyan de alavên bi qalîte hatine bikaranîn, girîngî bi hostatiyê hatiye dayîn û wiha dewam kir, "Xanî gelekî xweşik in. Îro me mala xwe teslîm hilda. Ji vê xweştir xizmet nabe. Em bextewar in û dilê me rehet e. Em minetdarê Serokomarê me û hemû kedkaran e."
Vahid Kalkan jî wiha axivî: "Dewleta me xizmeteke bê kêmasî kir. Kes nikare bi serê xwe xaniyên wiha ava bike û ji binê vê xizmetê rabe. Xwedê zewalê nede dewlet û mezinên dewleta me."