Hüseyin Yıldız
16 Mijdar 2026•Rojanekirin: 16 Mijdar 2026
Li Îdirê du malbatên ku 10 sal bûn dijminatiya hev dikirin, li hev anîn.
Di navbera malbatên Kizil û Sevgul ên ku li gundê Cennetabatê dijîn da ji ber dijminatiya 10 salan gelek caran şer çêbû.
Mezinên her du malbatan ji bo ku dawiya vê dijminatiyê bînin, serî li Rêvebiriya Bajêr ya Îdirê ya MHPyê dan.
Li ser vê Serokê Bajêr ê MHPyê Huseyîn Ateş, Şaredarê Karakoyunluyê Bayram Alî Balli, Şaredarê Melekliyê Mucahît Tanik û rêvebiriya bajêr bi malbatan ra hevdîtin kirin.
Bi navbeynkariya heyeta MHPyê her du malbat li hev hatin û li aşxaneya gundê Cennetabatê hatin cem hev.
Di merasima lihevanînê ya ku Walî Mustafa Firat Taşolar, Qaymeqamê Karakoyunluyê Îlhan Kayaş, Midûrê Ewlehiya Bajêr Eraslan Er, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tuggeneral Zafer Ozden, heyeta MHPyê û malbat beşdar bûn da Qur'an hat xwendin, dia hatin kirin û aştî pêk hat.
Walî Mustafa Firat Taşolar got li Îdirê rojeke xweş e û wiha axivî: "Xwedê mirazê we yên xêrê yên dilê we nesîb bike. Xwedê kar û barên we li hev bîne. Hûn gelekî sax bin."
Serokê Bajêr ê MHPyê Huseyîn Ateş jî wiha got: "Hem bi serokatiya Birêz Serokomarê me û hem jî bi serokatiya Serokê me yê Giştî di qada civakî da, me pêvajoyeke ku em ê aştiya navxweyî ava bikin da destpêkirin. Ji ber vê yekê, me biryar da ku em ji bajarê xwe, ji kolana xwe û ji gundê xwe dest pê bikin. Mezinên gund jî piştgirî dan vê aştiyê. Înşallah ne bi tenê li Cennetabatê, li gelek gundên me yên li herêma me em ê bi van pirsgirêkan ra mijûl bibin. Dewleta me li vir e. Em pir kêfxweş in."