Berfin Sidar Aşit
03 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2026
Tîmên Şaxa Bendera Deryayî ya Tetwanê ya Midûriyeta Polêsan ya Bedlîsê, bi rêya kontrolên ku li Gola Wanê têne kirin, ji bo pêşîgirtina neqanûnî ya masîkefalan dixebitin.
Polêsên behrê yên ku li peravên Gola Wanê ya Bedlîsê dewriyeyê digerînin, li gel hewldanên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya koçberan, sotemenî û çekan, lêkolînên xwe yên derbarê qedexeya masîgirtina neqanûnî ya masîkefalan jî didomînin.
Ji ber masîgiriya neqanûnî tîm bi keştiyeke dewriyeyê derketin ser golê keştî û kelek kontrol kirin.
Qedexeya girtina masîkefalan wê di 15ê Tîrmehê da rabe.