Önder Beyter
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 11 Nîsan 2019
Li paytextê durumfiroşekî ku dikana xwe nû vekir, kibabê Edeneyê yê 40 metre dirêj peht û kibab di çend saniyeyan da xilas bû.
Li Balgatê li ser Kolana Ceyhun Atuf Kansu durumfiroşê ku kibabê Edeneyê çêdike, huner û jîrtiya xwe nîşan da.
Hosteyên kibabê di mangala taybet da kibabê 40 metre dirêj peht. Kibabê 40 metre dirêj ku di bin baranê da bi ekîbeke ku ji 30 kesan pêk tê di qedera 2 saetan da hat pehtin, piştî ku amadebû di nava çend saniyeyan da xilas bû.

Hosteyê kibaban Salih Oral ku organîzasyon bi rê xist, diyar kir ku berî niha li Edeneyê kibabê 35 metre dirêj hatibû çêkirin û lewma jî wan 5 metreyê din lê zêde kir û kibabekî 40 metre dirêj peht.
Oral diyar kir ku armanca wan ew e ku rojekê bikevin pirtûka Rekorên Dinyayê Guinnessê û ji bo vê yekê jî ew ê bixebitin.
Ji xeynî vê, di bernameya vebûnê da qedera 3 hezar durumê kibabê Edeneyê hat belavkirin, welatî ketin dorê û ji ber vê çendê jî rêzeke dirêj çêbû.