Önder Beyter
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Li Cizîra navçeya Şirnexê bi destê Platforma Hezkiriyên Pêxember çalakiya "Hefteya Jidayîkbûna Pîroz" hat lidarxistin.
Çalakiya ku li Keleha Hundir a Birca Belek hat lidarxistin, bi tilaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir.
Mehmet Ali Altun ku wekî axêver beşdarî bernamyê bû, behsa biratiya Îslamê kir û berî ku Hezretê Pêxember were, rewşa dinyayê çi bû û însan bi çi awayî ketibûn xefletê bi bîr xist. Herwiha Altun di axaftina xwe da behsa guhertina jiyana însanan a piştî hatin Pêxember jî kir û jê nimûne dan.
Piştî axaftinan Bilal Guler, Veysi Hiçyilmaz û Salih Gul îlahî gotin.
Di dawiyê da dia hat kirin û çalakî bi dawî bû.