Cüneyt Çelik
11 Îlon 2026•Rojanekirin: 11 Îlon 2026
Li Qersê tîmên Rêveberiya Parêzgehê ya Çandinî û Daristanê, 500 hezar çêlmasiyên sazan berdan Bendava Bayburtê ya li navçeya Selimê.
Di çarçoveya "Projeya Masîdarkirina Çavkaniyên Avê" ya ku ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê va tê meşandin da, çêlmasiyên ku li Îstasyona Hilberîn û Lêkolînê ya Berhemên Avê ya Kebana Elezîzê hatin hilberîn, ji Rêveberiya Parêzgehê ya Çandinî û Daristanê ya Qersê ra hatin şandin.
Masiyên ku xistin poşetên zelal ên bi piştgiriya oksîjenê, ji aliyê Rêveberê Parêzgehê yê Çandinî û Daristanê Enver Aydin, Rêveberê Navçeyê yê Çandinî û Daristanê yê Selimê Erkan Ozdemîr û xebatkarên peywirdar va berdan bendava Bayburtê.
Aydin li vir daxuyanî da rojnamageran û diyar kir ku Qers çawa ku di çandinî û ajeldariyê da xwedî potansiyelek e, di aliyê çavkaniyên avê yên siruştî da jî xwedî potansiyelek giring e.
Aydin anî ziman ku ji bo geşepêdana çavkaniyên avê yên siruştî yên li Qersê xebatên cuda dikin û wiha got: "Wekî Rêveberiya Parêzgehê ya Çandinî û Daristanê bi piştgiriyên ku Wezareta me dide me, li aliyekî ji bo ku potansiyela çandinî û ajeldariya parêzgeha me geş bikin xebatên xwe didomînin, li aliyê din jî bi armanca geşepêdana potansiyela berhemên avê ya çavkaniyên me yên avê yên siruştî faaliyetên cuda dimeşînin."
Aydin destnîşan kir ku ev xebat bi armanca geşepêdana popûlasyona masiyan a li golekê û domdarboyna potansiyela berhemên avê hate kirin û wiha axivî:
"Ji sala 2023yan vir va em car caran li çavkaniyên avê yên sereke yên li seranserê parêzgeha me yên wekî Arpaçay û Gola Çildirê faaliyetên masidarkirinê dimeşînin. Bi vê armancê em bi berdana zêdetirî 6 milyon çêlmasî ji bo çavkaniyên xwe yên avê hewl didin ku domdarbûna masîvaniya li parêzgeha me peyda bikin."