Cuma Sarı
23 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2022
Li Sêwereka navçeya Rihayê di şerê li ser erd derket da 7 kes birîndar bûn.
Du komên li taxên Sofuca û Buyukçayê dijîn ji ber erazî şer kirin û paşê bi dar û keviran li hev xistin.
Li ser xeberê ekîbên tenduristî û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.
Di şer da 7 kesên birîndar bûn birin nexweşxaneyên li Sêwerek û Rihayê.
Di bûyerê da 7 wesayît û makîneyeke kar jî zirar dîtin.