Yunus Hocaoğlu,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh
23 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Qers û Erdexanê berf barî, sir û serma çêbû.
Li Erziromê germahiya hewayê di binê sifirê da 7 pile hat pîvan, li ser rêyan qeşa çêbû.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê gihîşt 20 santêmêtroyan, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê jî qalindahiya berfê wek 8 santêmêtro hat pîvan.

- Qers
Li Qersê ji ber sir û seqemê li ser dar û nebatan qiravî çêbû.
Li ser rêya Qers û Goleyê mesafeya dîtinê kêm bû, şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Li navçeya Sariqamîşê jî germahiya hewayê di binê sifirê da 9 pile hat pîvan.
Li herêma Suludere û navenda xweşiqitandinê li ser dar û beran qiravî çêbû.
Hin welatiyan êm dan kevokan ku ew birçî nemînin.

- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e û berf dibare.
Ji ber berfê her der çîl spî bû, qeşa çêbû.
Her çiqas hewa sar be jî li gundan heywan li mêrgê tên çêrandin.