17 Sibat 2019•Rojanekirin: 17 Sibat 2019
AFYONKARAHÎSAR
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em mîna CHPyê ji bo ku 4-5 dengan zêde bistînin ji wî şarlatanê li Pensilvanyayê, ji axayên terorê yên li Qendîlê ra taşeroniyê nakin."
Li Meydana Anitparkê ya Afyonkarahîsarê merasima vekirina komî hat lidarxistin û Serokomarê Erdogan jî beşdarî merasimê bû û tê da xîtabî gel kir.
Erdogan bi bîr xist ku AK Partî li Afyonkarahîsarê ava bû û wiha dewam kir:
"Hûn ê di 31ê adarê da seba siberoja welatê me biryareke pir krîtîk bidin. Ji bo beqaya Tirkiyeyê, hizûra miletê me, paşeroja ewladên me em wek AK Partî û Tifaqa Cumhûr dixwazin ji hilbijartinên 31ê adarê bi serkeftineke ku pêbaweriyê dide dostan, tirsê dixe nava dilê dijminan va derkevin."
Erdogan diyar kir ku hûn îstiqameta me kifş dikin û wiha dewam kir:
"Em mîna CHPyê ji bo ku 3-5 dengan zêde bistînin ji wî şarlatanê li Pensilvanyayê, ji axayên terorê yên li Qendîlê ra taşeroniyê nakin."
Erdogan der heqê dozên ku li Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu vekir da wiha got:
"Ez hemû dozan qezenc dikim. Weke hûn dizanin ji yekê milyonek û nîv, ji yekê milyonek. Înşeallah vê piştî ku me ew hildan û şûnda jî em ê ji Weqfa Mehmetçîkê ra hîbe bikin. Lewra Bay Kemal timî heqaretê li Mehmetçîkên (eskerên) me dike."
Erdogan got, "Di kongreyên HDPyê da Sirûda me ya Îstiqlalê jî nayê xwendin." û wiha dewam kir: "Bay Kemal tu çawa dikevî milê kesên ku Sirûda Îstiqlalê jî naxwîne, ÎYÎ Partî tu çawa dikevî milê van, Saadet tu çawa dikevî milê van? Ev di kongreyên xwe da vê alaya min a xweşik jî danaliqînin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku wek di hilbijartinên 24ê Hezîranê da çêbû îro jî li welêt endezyariyeke mezin a siyasetê tê kirin û wiha dewam kir:
"CHP û Pensilvanya, bi ÎYÎ Partî û şaxa siyasî ya rêxistina terorê ra di bin sîwana 'îttîfaqa zîlletê' tînin bal hevdu. Partiyên ku di şertên asayî da li ser rê qet pêrgî hev nayên, di paş deriyên girtî da bazara 'ev ji te ra ev ji min ra' dikin. Îro CHP di bin dagirkeriya hişmendiyekê da ye ku vê hişmendiyê pişta xwe bi piştgiriya kesên miletê me bi PKKyê va tehdîd dike va girêdaye. CHP îro bi piştgiriya FETOya çeteya îxanetê ya herî nemerd a ku welatê me dît hesabê serketina hilbijartinê dike."