Buğrahan Ayhan
05 Tebax 2026•Rojanekirin: 05 Tebax 2026
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî encamên bicihkirinê yên di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da li ser malpera "www.meb.gov.tr"yê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di navbera 13-27ê Tîrmehê da milyonek û 29 hezar û 595 xwendekaran dibistanên ku bi ezmûna navendî û bi bicihkirina herêmî xwendekaran werdigirin, tercih kirin. Bi vî awayî di bicihkirina yekem da ji sedî 93,56ê xwendekaran li gorî tercîhên xwe hatin bicihkirin.
Ji 198 hezar û 905 kontenjanên ku ji bo dibistanên bi ezmûnê xwendekaran werdigirin hatine vekirin, 190 hezar û 473 jê ji aliyê xwendekaran va hatin tercihkirin û rêjeya bicihkirinê wekî ji sedî 95,76 pêk hat.
Ji sedî 89,84ê xwendekarên ku terciha bicihkirina navendî kirin, ji 5 tercihên xwe yên ewil di yekê da bi cih bûn.
Zêdetirî nîvê xwendekarên ku terciha bicihkirina herêmî kirin jî di terciha xwe ya yekem da bi cih bûn û ji sedî 94,53yê xwendekaran jî ji 3 tercihên xwe yên ewil di yekê da bi cih bûn.