Fatih Hepokur, Talip Demirci
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Li Kaşa navçeya Antalyayê ji hewa û bejayê va midaxeleya li şewata daristanê ya duh dest pê kir, didome.
Xebatên temirandina şewata daristanê ya ku duh berbangê li Taxa Uzumluyê dest pê kir, di roja duyem da berdewam in.
Wêne : Talip Demirci/AALi herêma çiyayî ya asê û bi teht, ekîban bi şev jî xebatên xwe domandin da ku şewatê bitemirînin.
Her wiha di xebatan da 26 arazoz, 9 wesayîtên veguhestina avê, 5 wesayîtên midaxeleya pêşîn û 155 personelê teknîkî û karkerên daristanê beşdar in.
Wêne : Talip Demirci/AABi şefeqê ra helîkopter û balafir jî tevlî xebatên midaxelekirina şewatê bûn.
Ji bo temirandina şewatê, midaxeleya ekîban ji hewa û bejayê va didome.