Özgür Alantor, Kadir Yıldırım
23 Îlon 2026•Rojanekirin: 23 Îlon 2026
Li Îneboluya navçeya Kastamonuyê, xebatên temirandina şewata li gund didomin.
Li gundê Deresokuyê yê navçeyê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, agir bi mala 2 qatî ya darîn a Cemal Tufan ket.
Agirê ku di kurtedemekê da geş bû, pekiya 7 malên derdorê jî.
Li ser îxbarê ji Îneboluyê û her wiha ji navçeya Devrekaniyê ekîbên îtfaiyeyê û yên Midûriyeta Herêmê ya Daristanê hatin sewqkirin.
Ekîb midaxele li şewatê dikin û hewl didin ku agir nepeke nav daristanê.