Fatih Gazioğlu
11 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2026
Nîvmaratona Serokomariyê li Enqereyê hat lidarxistin.
Organîzasyon bi destê Federasyona Atletîzmê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin, werzişvan di kategoriyên 21 kîlomêtre, 10 kîlomêtre û 4,4 kîlomêtreyî da revîn.
Pêşbaziyê li pêşiya Muzeya Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê ya li ser Bûlwara Serokomariyê dest pê kir û li heman cihî jî kuta bû.
Di kategoriya pêşbaziyê ya 21 kîlomêtreyî da ji jinan Hamîde Dogangun, ji mêran Alî Kaya bû yekemîn.
Di kategoriya pêşbaziyê ya 10 kîlomêtreyî da ji jinan Pelînsu Şahîn, ji mêran Enbiya Yazici bû yekemîn.
Di kategoriya pêşbaziyê ya 4,4 kîlomêtreyî da jî ji jinan Deniz Koyuncu, ji mêran Ugur Kemal Derîn bû yekemîn.
Midûrê Qelema Taybet a Serokomariyê Hasan Dogan, Alîkarê Wezîrê Ciwanî û Sporê Hamza Yerlîkaya, Waliyê Enqereyê Yakup Canpolat û Serokê Federasyona Atletîzmê ya Tirkiyeyê Ahmet Karadag jî di kategoriya 4,4 kîlomêtreyî ya organîzasyonê da revîn.
Nîvmaratona Serokomariyê bi dayîna xelatan va kuta bû.