Kaan Bozdoğan
27 Tebax 2026•Rojanekirin: 27 Tebax 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li taxa Çengelkoyê ya Uskudara navçeya Stenbolê çû ziyareta esnafan.
Erdogan derdora nîvro ji mala xwe ya li Kisikliyê derket û çû taxa Çengelkoyê.
Serokomar Erdogan li ser Kolana Prof. Dr. Beynun Akyavaş wesayîta xwe da sekinandin û serdana dikaneke lîstokan kir.
Erdogan li vir ligel esnaf û welatiyan hevdîtin pêk anî, di dikanê da lîstok dan zarokan û xercane da wan.
Erdogan di derketina dikanê da kêfxweşî da welatiyên ku li benda wî bûn.
Li ser vexwendinê, Erdogan çû dikaneke kebaban a li wê derê û li vir ligel karker û muşteriyan sohbet kir. Li vir her wiha xwarin îkramî Erdogan kirin.
Erdogan ligel xebatkarên dikanê wêne da kişandin û piştî serdana esnafan a ku 45 deqîqeyan kişand, silav da welatiyên li aliyê din ê rê.
Erdogan xercane da zarokên ku hatin ba wî û piştra ji herêmê veqetiya.
Di dema serdana esnafan da ji hêla ekîbên Serokomariyê lîstok li zarokên li derdorê hatin belavkirin.