Hamdi Dindirek
03 Mijdar 2026•Rojanekirin: 03 Mijdar 2026
Walîtiya Stenbolê, li hemberî neyîniyên ji ber barana xurt a ku tê çaverêkirin sibê li bajêr bibare, hişyarî da.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Walîtiyê hat parvekirin da, li gorî nirxandinên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji sibê pê va danê sibehê li Stenbolê bi navber û herêmî barana xurt û car caran jî barana bi bahoz û birûsk tê çaverêkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji piştî nîvro tê pêşbînîkirin ku bayê ji aliyên bakur va bi awayekî xurt û car caran bi şeklê bahozekê rabe, her wiha hat destnîşankirin ku divê welatî li hemberî neyîniyên wekî lehî, astengiyên di veguhestinê da, hezaz û birûskê yên bi barana xurt ra, baldar û bi tevdîr bin.