Buğrahan Ayhan
14 Îlon 2026•Rojanekirin: 14 Îlon 2026
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn wê beşdarî Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) bibe.
Wezîr Tekin wê li Maseya Edîtoran a AAyê ya ku wê sibê di saet 10.00î da dest pê bike, bersiva pirsên der barê sala perwerde û hîndekariyê ya 2026-2027an û rojeva perwerdeyê da bide û nirxandinan bike.
Pirsên der barê sala nû ya perwerdeyê, xebatên "dibistana ewle" û tevdîrên ji bo wê tên dîtin, encamên PISA 2025an, Modela Perwerdeyê ya Sedsala Tirkiyeyê, Akademiya Perwerdeya Neteweyî û îsdihdama mamosteyan, sepana betlaneya nîvê salê, xebatên ji bo perwerdeya mecbûrî ya 12 salan tên kirin, bihayên dibistanên taybet û mijarên din ên di rojeva perwerdeyê da wê ji Tekîn bên pirsîn.
Daxuyaniyên Wezîr Tekîn wê li ser malpera înternetê ya AAyê (www.aa.com.tr) û hesabê Xê (@anadoluajansi) û (@AACanli) demildest bên weşandin.