Buğrahan Ayhan
14 Îlon 2026•Rojanekirin: 14 Îlon 2026
Di saziyên perwerdeya seretayî û navîn ên Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) da ji bo sala perwerde û hîndekariyê ya 2026-2027an zenga yekem a dersê lê da.
Piştî bêhnvedana havînê, ji bo nêzî 17 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamosteyan di hemû astan da sala nû ya perwerdeyê dest pê kir.
Bernameyên hîndekariyê yên Modela Mearifê ya Sedsala Tirkiyeyê, îsal di polên pêşdibistanê, polên 1, 2 û 3 yên dibistana seretayî, polên 5, 6 û 7 yên dibistana navîn û di polên amadehiya hîndekariya navîn û her wiha polên 9, 10 û 11em da dê werin sepandin.
Ji bo piştgirîkirina pêvajoya hînbûna dibistanê ya xwendekarên pêşdibistanê, pola 1em ya seretayî û pola 5em a navîn û ji bo beşdariya çalak a malbatan di pêvajoya perwerdeyê da di navbera 7-11ê Îlonê da "perwerdeyên hînbûnê" hatin lidarxistin.
Di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwerdeyê da 283 milyon û 354 hezar û 674 pirtûkên dersê li xwendekarên dibistanên fermî û taybet bêucret hatin belavkirin.
Ji bo bi qasî 17 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamosteyan ji îro û pê va serdema yekem dest pê kir.
- Bêhnvedana yekem a navberê di 16-20ê Mijdarê da ye
Di sala nû ya perwerde û hîndekariyê da tetîla navberê ya serdema yekem dê 16ê Mijdarê roja Duşemê dest pê bike û 20ê Mijdarê roja Înê bi dawî bibe.
Tetîla nîvê salê dê 25ê Rêbendana 2027an roja Duşemê dest pê bike û 5ê Sibatê roja Înê bi dawî bibe. Zenga yekem a serdema duyem jî dê 8ê Sibatê roja Duşemê lê bide.
Tetîla navberê ya serdema duyem dê 8ê Adarê roja Duşemê dest pê bike û 12ê Adarê roja Înê bi dawî bibe.
Sala perwerde û hîndekariyê ya 2026-2027an dê 25ê Hezîranê roja Înê bi dawî bibe.