Rıdvan Korkulutaş
20 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2022
Werzişvana neteweyî Eda Sayak a di Şampiyonaya Kit-Têkel Cot Bocce ya Dinyayê ya li Mêrsînê hat lidarxistin da di kategoriya "noqteya zêrîn" a jinên bidîsîplîn a raffa da madalyaya zêrîn qezenc kir, werzişvanên nû perwerde dike.
Werzişvana neteweyî Sayak a 25 salî di şampiyonayê da hevrika xwe ya Şîliyî Franca Martiniyê têk bir û bû şampiyona dinyayê ku şampiyona bi hevkariya Federasyona Bocce Bowling û Dartê ya Tirkiyeyê, Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê û Şaredariya Toroslarê di 1-5ê Mijdarê da hat lidarxistin. Sayak di bin sîwana Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Bîngolê da antrenoriyê dike da ku di vê branşê da werzişvanên ku dê serkeftinên nû bi dest bixin perwerde bike.
Sayakê li qada li pişt trîbunên salona werzişê ya Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê perwerdeyê dide 30 xwendekarên lîse û dibistana navîn.

Sayaka ku bi serkeftinên xwe yên di bocceyê da ya di 13 saliya xwe da dest pê kiriye, ji ciwanan ra dibe mînak.
Eda Sayakê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bi teşwiqa mamosteyê bedenê wê dest bi bocceyê kir û wiha dewam kir:
"Ez bi ked û xebatê hatim vê astê. Pir girîng e ku meriv ji şertên giran bigihîje vê astê. Min soz da xwe min got 'Ez dikarim vê bikim'. Gava min serê xwe datanî ser balgî, ez bi hêviya ez ê bibim werzişvaneke serkeftî, ez radizam. Dorhêleke rihet a xebatê ya me hebûya, belkî me nikaribû em vê performansê nîşan bidin. Bi tenê bi xebata lêdana voloyê ez çûm şampiyonaya dinyayê. Ji ber vê çendê jî serkeftin meriv pir kêfxweş dike."

Sayakê bal kişand ku ew werzişvanên nû perwerde dike û ev yek ji bo wê serbilindî ye.
Zîlan Atillaya 11 salî ya ku li ber destê Sayakê perwerde dibe, diyar kir ku wê salek berê bi saya antrenora xwe dest bi vê werzişê kir û wiha got, "Hedefa min ew e ez bibim şampiyona dinyayê. Ez jî dixwazim mîna mamoste Edayê bibim yekemîn û ji herkesî ra bibim mînak. Ez dixwazim alaya Tirk bidim bilindkirin."