Doğa Kırmızıoğlu
20 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2022
Arjantînê 36 sal şûnda Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê qezenc kir û di qezenckirina kûpayê da herî zêde keda Lionel Messi çêbû. Messi li ser Instagramê wêneya xwe ya ku kûpa bilindî hewa kiriye, parve kir û wêneya wî rekora ecibandinê şikand.
Messi di Kûpaya Dinyayê da li ser hev rekor şikandin û ji gelek fitbolîstên navdar derbastir kir. Piştî turnuvayê di qadên din da jî rekoran dişkêne.
Wêneya ku Messî li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir, ji aliyê 57,2 milyon kesan va hat ecibandin û li ser vê platformê bû xwediyê rekora nû.
Di Instagramê da berî niha wêneya "hêk"ê ji aliyê 56,1 milyon kesan va hatibû ecibandin.