İbrahim Yaldız, Ömer Varlık
09 Îlon 2026•Rojanekirin: 09 Îlon 2026
MUŞ (AA) - Li Xaskoya navçeya Mûşê xebatên ku ji bo dîtina Suat Balkayayê 30 salî yê ku piştî ji mala xwe derket jê xeber nehat hildan dan destpêkirin, dewam dikin.
Malbata wî ji Balkayayê ku li gundê Buvetliyê dijî û 31ê tebaxê ji mala xwe derket xeber hilneda piştî 2 rojan xeber da cendirmeyan.
Xebatên ku ji hêla ekîbên cendirmeyan va hat destpêkirin û pêr ekîbên AFADê jî beşdar bûn da bi 69 personel û 16 wesayîtan va herêma ku zilgeha Îronê lê ye û hawirdora gund hat kontrolkirin.
Di xebatên ku seyê lêgerînê yê cendimeyan jî beşdar bû da herêm bi droneyê ji heayê hat kontrolkirin.
Mixtarê gundê Buvetliyê Nacî Îlîkhan got ku ji bo dîtina Balkaya her kes seferber bû.
Îlîkhan spasiya ekîban kir û got ku "Xwedê ji dewleta me razî be. AFAD, cendirme, Heyva Sor, gundparêz , gundî û welatiyên dildar li vir alîkariya me dikin. Dewleta me lêkolînên hewce dike. Înşeallah em ê ciwanê xwe sax salim bibînin."