Zafer Fatih Beyaz
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, peşka ku milyonek û 878 hezar û 46 namzedên hecê li bendê ne sibê dê di saet 10.30î da li hizûra notêr bê avêtin ku 252 hezar û 708 kesî îsal serlêdan kirin, milyonek û 625 hezar û 338 kes jî ew namzed in ku qeydên xwe berê çêkirine.
Ji hêla Erebistana Siûdî ji bo sala 2027an 84 hezar û 942 kontenjan ji bo organîzasyona hecê hat terxankirin.
Welatî dê bikaribin peşkavêtinê li ser şaşeya zindî teqîb bikin û encaman jî li ser e-Devletê hîn bibin. Her wisa encamên peşkê dê bi rêya peyama têlefonê jî bên şandin.
Welatiyên li gorî peşkê mafê qeydê bi dest bixin, divê ji 30ê Tîrmehê roja Pêncşemê û pê va heya 18ê Tebaxê li ser e-Devletê qeyda xwe çêke.