Okan Coşkun, Beyza Nur Eryılmaz
30 Îlon 2026•Rojanekirin: 30 Îlon 2026
Îsmaîl Bakadurê 73 salî yê ku bi cil û bergên herêmî va beşdarî TEKNOFEST Başûrê Rojhilatê ya li Şanliurfayê tê lidarxistin bû, li qada mihrîcanê bala xelkê kişand.
Mîhrîcana Asîmangerî, Feza û Teknolojiyê (TEKNOFEST) ku Ajansa Anadoluyê (AA) "Hevkarê wê yê Ragihandina Global" e û di bin rêveberiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Weqfa T3 û Pîşesaziya Teknolojiyên Parastina Endazyarî û Bazriganî AŞyê da tê lidarxistin, li Balafirgeha GAPê ya Şanliurfayê mêvanên xwe dizemîne.
Bakadurê bi cil û bergên herêmî va beşdarî mihrîcanê bû, bi xwendekar û welatiyan ra sohbet kir.
Bakadur stantên li mihrîcanê geriya û firokeyên HURKUŞ, ANKA, Bayraktar TB2, Bayraktar TB3, Bayraktar AKINCI û ATAKê nihêrî.
TEKNOFEST Başûrê Rojhilat wê heta 4ê Cotmehê bi çalakiyên curbicur va dewam bike.